Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden: Îro Roja Amerîka û Demokrasî Ye


Serokê Amerîka Joe Biden, di gotara xwe ya piştî sondxwarinê de mesaja yekbûnê ji Amerîkîyan re da û banga hevdu hembêzkirinê kir.

"Ev roj roja Amerîka ye. Ev roj roja demokrasî ye," serokê 46'an yê Amerîka Biden got.

""ro ne serfirazîya berbijarekî yan dozekê ye, Îro em armancakê pîroz dikin ku ew jî doza demokrasî ye. Gel, vîna gel hat bîhîstin û rêz ji vîna wî re hat nîşandan."

Serok Biden dîyar kir ku ew tenê du hefte piştî ku Kongres ji hêla "girseya tundrê ya bi hêrs hate êrîş kirin, li vir dest bi seroktîya xwe dike.

" Welat fêr bû ku demokrasî hêja ye, demokrasî nazik e, û di vê saetê de, hevalên min, demokrasî bi ser ket," Biden got.

Wî soz da ku ewê bibe serokê hemî Amerîkîyan.

XS
SM
MD
LG