Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çaverê Ye Biden di Gotara Salane de Ser Ukrayna, COVID û Aborîyê Biaxife


Serokê Amerîka Joe Biden îro Gotara Salane ya yekê ya seroktîya xwe pêşkeş dike.

Tê çaverê kirin ku Biden di gotara xwe de bi giranî ser mijarên wek zêdebûna pevçûna li Ukraynayê, pandemîya COVID-19 û aborîyê, bisekine.

Qesra Sipî dibêje ku Biden wê êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê û herwiha nêrîna xwe ya berfireh ya ser rewşa cîhanê dîyar bike.

Berdevika Qesra Sipî Jen Psaki got ku Biden wê gelek alîyên krîza Ukraynayê destnîşan bike.

Li gor pisporan, Biden wê êrîşa Rûsyayê şermezar bike û wê ji Amerîkîyan re bibêje ku divê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin berdêla êrîşa xwe ya bêsedem ya dijî Ukraynayê bide.

Karbidestên revebirîya Biden didin zanîn ku Biden ewê balê bikişîne ser çar pêşîtîyên aborî yên navxweyî: zêdekirina hilberîna li Amerîka û xurtkirina zincîrên peydakirinê; xebata bo daxistina buhayên berheman; jibo parastina karsazîyên piçûk piştgirîkirina pêşbazîya dadmendî û ji holê rakirina astengîyênli ber karên bi mehaneyên baş.

Biden wê hevdem bahsa sala xwe ya yekê ya wek sorekê Amerîka yaser kar bike û serketinên revebirîya ragihîne.

Pispor didin zanîn ku îhtîmale ku Biden dîyar bike ku wî Amerîkayê ji bandorên neyînî yên pandemîya vîrusa korona û zarara aborî ya jiber pandemîyê rizgar kiriye,

XS
SM
MD
LG