Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden û Kamala Harris Dest bi Çalakîyên Hilbijartinê Kirin


Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden û berbijara bo cîgirîya serok Kamala Harris cara pêşî tev derketin pêş bîragiştî.

Joe Biden, di çalakîya pêşî ya hilbijartinê ya wî û Harris de bo wê got ku ‘’Kamala Harris bijartineke baş e.’’

Çalakîya pêşî ya Biden û Harris, ku li Wilmington ya eyaleta Delawere li dar ket jiber vîrusa korona ji çalakîyên din yên hilbijartinên yên asayî cuda bû. Ji beşdarên çalakîyê û rojnamevanan hat xwestin ku li gor mesafeya civakî tevbigerin û Biden û Harris jî di nav de li ber rûyê herkesî mask hebû.

Biden bo Kamala Harris got ku ‘’jîr û jêhatî ye û bi tecirbe ye’’

‘’Ew dizane biryarên zor çawa tên dayîn. Ji roja pêşî ve bo karê xwe hazir e. Em her du jî amade ne ku bo vê neteweyê jinûve ava bikin, bixebitin.’’ Biden got.

Wî bal kişand ku malbata Kamala Harris koçber e û got ku ew dizane ku ‘’malbatên koçber Amerîka çawa pêşde birine’’ û dizane ku ‘’dijwarîyên mezinbûna wek yeke reş û bi eslê xwe Hînt çi ne.’’

Joe Biden, Serok Donald Trump û cîgirê wî Mike Pence bi tundî rexne kir û da zanîn ku ew û Harris dê ‘’alozîyên ku wan li derveyê welêt û li Amerîka çêkirine ji holê rakin’’ û welêt pêşde bibin.

Berbijarê Demokrat dîyar kir ku Donald Trump di têkoşîna dijî vîrusa korona de bi ser neketiye û got ku rêvebirîyên xwecihî hewil didin ku valahîya ji kêmasîya rêberîyê çêbûye tije bikin.

Kamala Harris jî di axaftina xwe de ser şewba vîrusa korona, nijadperestî û kêşeyên aborî peyivî.

Harris dîyar kir ku ew bi kêşeyên aborî yên mezin re rû bi rû mane û ‘’pêdivîya Amerîka bi rêberîyekê heye’’ û got ku serokê wan yê niha ‘’ji kesên ew hilbijartine pirtir girîngîyê dide xwe’’

‘’Yê baş ew e ku em ne mecbûr in ku rêvebirîya Donald Trump û Mike Pence ya bi ser neketiye qebûl bikin. Şansê me heye ku em di 83 rojan de bo welatê xwe siberojeke çêtir hilbijêrin’’ Harris got.

Wê bi bîr xist ku malbata wê koçber e û got ku dîya wê ji wê re digotiye ‘’Tiştekî bike’’ û wê jî kiriye.

Li ber e ku berbijarîyên Joe Biden û Kamala Harris, di hefteya pêş de li Civata Neteweyî Partîya Demokrat bi awayekî fermî were pejirandin.

Ew civat dê çar rojan bi piranî onlayn bidome û çaverê ye ku Serokê berê Barack Obama, Xanima Yekê ya berê Michelle Obama û Hillary Clinton jî di civatê de biaxifin.

XS
SM
MD
LG