Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hilbijartî Biden û Cîgira Wî Harris Sond Dixwin


Sîyasetvanê dêrîn û senator û cîgirê berê yê seroka Amerîkî Joe Biden, ku di hilbijrtinên meha Mijdarê de serketî bûbû, îro Çarşemê bi fermî sond dixwe û dibe serokê 46’an yê Amerîka.

Dîsa, senator Kamala Harris jî wek Cîgira Serok sond dixwe ku bibe jina yekê ya Amerîkîya Afrîqî û Asyaya Başûrî ku vê postê wergire.

Di merasîmê de Cigirê Serokê Amerîka Mike Pence, serokên berê Bill Clinton, George Bush û Barack Obama û gelek kesitîyên navdar ji amade dibin,

Biden di peyamên xwe pir caran gotibû ku ewê hewil bide ku Amerîkîyan nêzî hev bike û birînên heyî derman bike.

Wî soz da ku rêvebirîya wî dê nûnertîya tavahîya Amerîka bike ku herkes dikare bi rengê xwe tê de cîh bigire.

Tîma Biden ji medya Amerîkî re ragihandibû ku Serokê nû Biden îro paşnîvro piştî sondxwaronê wê hin fermanên qanûnder (executive order) derxe ku jimareke biryarên Trump pûç bike.

Biden ku 78 salî ye, dibe serokê herî kal yê dîroka Amerîkî.

XS
SM
MD
LG