Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Harris Danasîna Paketa 1,9 Trîlyon Dolarî Dikin


Serok Joe Biden, bo danasîna paketa alîkarî ya 1,9 trîlyon dolarî serdana eyaleat Pennsylvania kir.

Di gera ku ji alîyê Qesira Sipî ve wek ‘’Alîkarî Li Vir E’’ tê bi nav kirin, Xanima Yekê Jill Biden û û Cîgira Serok Kamala Harris jî hene.

Dema Serok Biden li Pennsylvania bû, Harris û hevjînê wê Doug Emhoff jî li Colorado serdana firoşgehên biçûk kirin.

Harris li Fort Lupton ya Colorado bi awayekî onlayn bi rêvebirên navendeke vaksînê re peyivî û li Denverê jî hin dikanên biçûk.

Civata Senatoran jî li Washingtonê, Isabel Guzman ya Biden bo seroktîya Rêvebirîya Firoşgehên Biçûk wek berbijar raber kiribû, pejirand.

Çaverê ye ku Guzman di belavkirina alîkarîyan de roleke girîng bilîze.

Li gor rêvebirîya Biden, jiber pandemîya vîrusa korona bi qasî 400,000 firoşgeh hatine girtin û bi mîlyonan dikan jî di rewişeke dijwar de ne.

Paketa alîkarîyê ya 1,9 trîlyon dolarî tevî ku temamê Komarîyan dijî wê bûn jî bi piştgirîya Demokratên ku li Kongresê piranî ne hatibû pejirandin.

Serok Biden paketa alîkarîyê roja Pêncşemê îmza kiribû.

Bi paketê dê piranîya Amerîkîyan çekên alîkarîyê yên 1400 dolarî bistînin, bo eylalet û rêvebirîyên herêmî 350 mîlyar dolar hatiye veqetandin.

XS
SM
MD
LG