Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden, Harris Ser Danûstandinên bo Koçberan Erkdar Dike


Serok Joe Biden ser danûstandinên bo rawestandina koçberîya li başûrê Amerîka cîgira xwe Kamala Harris erkdar kir.

Kamala Harris dê ser rawestandina koçberîyê bi rêberên Meksîko û welatên Amerîkaya Navîn re danûstandinê bike.

Cîgira Serok Kamala Harris dê bi vî awayî cara pêşî berpirsîya karekî mezin bigire ser xwe.

Biden, ku di dema Serokê berê Barack Obama de cîgir bû, heman kar meşandibû.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku ew kar dê bo Harris rîskên sîyasî jî çêke ku koçberîya li sînor bo gelek rêberan kêşeyeke dijwar e.

Demokrat dibêjin ku jiber helwesta tund ya Serokê berê Donald Turmp koçber li sînor kom bûne û li hêla din Komarî jî îdia dikin sozên Biden yên bo koçberan ew ber bi sînorê Amerîka ve kaş kirine.

Biden da zanîn ku bo ew rê li ber hatinan bigirin divê berê kesên koçberîyê dixwazin nexwazin ku ji welatê veqetin.

Harris jî dîyar kir ku karê wê nê hêsan e, lê girîng e.

Wê da zanîn ku ew dê bi karbidestên hikûmetên El Salvador, Guatemala, Honduras re bicive û hewil bide ku li wan welatan demokrasî û aramî zêdetir bibe.

XS
SM
MD
LG