Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Harris Wê li Atlanta Ser Mafên Dengdanê Biaxifin


Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris dê di 11’ê Rêbendanê de serdana Atlanta bikin.

Biden û Harris dê li Atlanta ser mafên dengdanê biaxifin.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden û Harris dê li Georgia û Atlanta derbarê mafên dengdanê û tedbîrên berevanîyê yên dijî pûçkirina hilbijartinan bipeyîvin.

Qesira Sipî dide zanîn ku ewê nehêlin ku mafên dengdanê ji dest welatîyan werin girtin û ewê rê li ber pûçkirina peyvajoya hejmartina dengan bigirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG