Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WP: Biden Dê bo Balyozîya Brîtanya, Jane Hartley Erkdar Bike


Washington Postê ragihand ku Serok Joe Biden dê Balyoza berê ya Fransa Jane Hartley bike balyoza Brîtanya.

Wê rojnameyê ew agahî sipart du kesên biryara Biden dizanin.

Berdevikê Qesira Sipî ser vê mijarê ti şirove nekir.

Balyozîya bo Brîtanya wek yek ji karên herî bi prestîj tê qebûl kirin.

Hartley bo Serokê berê Barack Obama kempeyna piştgirîyê birêve biribû û wê di sala 2012’yan de pirtir ji 500,000 dolar kom kiribû.

XS
SM
MD
LG