Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê serlêdana dozgerê Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) ya ya jibo girtina serokwezîr Benjamin Netenyahu û jimareke karbidestên Îsraîlê bi tundî rexne kir.
Biden, serlêdana Dozgerê ICC Kerîm Xan wek gaveke şermezarîyê bi nav kir.
"Ka ez zelal bikim: ev dozger her dixwaze çi kêrhatî bike jî, lê di navbera Îsraîl û Hamasê de bi ti aweyekî ti wekhevbûn tuneye. Emê dijî gefên ser ewlehîya wê her dem bi Îsraîlê bin," Biden di daxuyanîyekê de got.
Wezîrê Dervê yê Amerîka Anthony Blinken jî gava dozger Xan rexne kir û hem li ser erka darizandina ICC û hem jî ser pêvajoya serlêdana dadgehê nerazîbûna xwe ragihand.
Blinken herwiha bal kişand ku serlêdana bo girtina Netanyahu û yên di li ICC, dikare danûstandinên jibo peymaneke azadkirina dîl û agirbestê bixe xeterîyê.
"Di bingehê de, ev biryar alîkarîya tiştekî nake û hewlên berdewam yên jibo peymaneke agirbestê jî dikare bixe xeterîyê, ya ku wê dîlan azad bike û alîkarîya mirovahî zêde bike," Blinken got.
Dozgerê ICC Xan îro ragihand ku wî jibo Netanyahu, wezîrê berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant û herwiha û rêberê Hamasê Yehya Sinwar û du rêberên din komê jiber tawanên şer yên îdiakirî, ji dadgehê biryara girtinê xwestiye.
Xan dîyar kir ku piştî zêdetirî heft mehan ji şerê li Gaza sedemên rewa hene ku ew pênc kes xwedî "berpirsîyê ne", jiber tawanên şer û tawanên dijî mirovahîyê û loma jî divê werin girtin.
Blinken got ku Îsraîl amade ye ku bi dadgehê re hevkarîyê bike û divîyabû ku dozger hefteya pêş serdana Îsraîlê bike, lê li şûna vê yekê ji ser medyayê re ew tawanbarî ragihandîye.
"Ev yek û rewşên din ser rewabûn û pêbawerîya vê lêpirsînê gumanan çêdikin," Blinken got.
Di 2020’an de rêvebirîya serokê wê demê Donald Trump, ICC bi binpêkirina serwerîya neteweyî ya Amerîka tawanbar kir, dema ku dadgehê destûr da di derbarê tawanên şer yên li Afganistanê lêpirsînek vekiribû.
Amerîka karmendên ICC, ser karbidestên dadgehê ku di nav de dozgerê wê demê Fatou Bensouda jî hebû tole ragihand û bi cemidandina mal û qedexeyên rêwîtîtyê kir armanc.
Rêvebirîya Biden di Nîsana 2021’an de ew tole rakirin.
Jêder: Reuters