Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Tundîya Kîndarî li Îsraîlî Şermezar Dike


Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê çend êrîşên ji alîyê Fîlîstînîyan ve şermezar kirin ku di dema serdana wî ya Îsraîlê de pêk hatin.

Biden ew êrîş wek kiryarên hovane nav kir û got “kiryarên wiha kîndarî bi ti awayî nayên rêwa dîtin”.

Biden ku bi hazirbûna Serokwezîrê Îsraîlê peyîvî, bûyera do Sêşemê ya kêrkirina Amerîkîyekî şermezar kir û wek kiryareke nefretê bi nav kir.

Netanyahu jî got ku ti tişt nikare êrîşên wiha mafdar nîşan bide. Wî rêberên Fîlîstînî rexne kir ku êrîşên wî rengî şermezar nakin.

XS
SM
MD
LG