Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û hemtayê wî yê Çînê Xi Jinping dê di hefteya pêş de bi awayekî onlayn bicivin.
Karbidestên Qesira Sipî û berpirsên Balyozxaneya Çînê ya li Washingtonê piştrastkirina civînê red kirin.
Rêvebirîya Biden di serî de bi Çînê re peywendîye bi girjî çêkiribû û vê yekê hêrsa hevalbendan rakiribû.
Ew rêvebirî niha hewil dide bi Xi Jinping re danûstandineke rastexwe çêke û rê li ber gurbûna girjîya di navbera Amerîka û Çînê de bigire.
Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka Jake Sullivan û dîplomatê payabilind yê Çînê Yang Jiechi meha borî li Zurîhê civîyabûn û wan li hev kiribûn ku civîna Biden û Xi Jinping berî dawîya salê li dar xin.
Reutersê ra da zanîn ku Washingtonê bo sînordarkirinên jiber pandemîyê yên li Çînê xwestiye ku Biden û Xi Jinping bi rêka vîdeokonferansê bicivin.
Qesira Sipî roja Duşemê dîyar kiribû ku Biden û Xi Jinping dê berî dawîya salê bicivin.
Pispor dibêjin ku her du alî dikarin sînordakirinên bo vîzayên rojnamevanan sist bikin û dibêjin ku lihevkirina bo vekirina konsulxaneyên li Chengdu û Houstan dikare rewişê rindtir bike.