Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden û Serokomarê Çînê Xi Jinping dê li Hilcivîna G20 ya li Balî ya Endonezya kom bibin.
Biden û hemtayê wî yê Çînî Jinping dê roja Duşemê bicivin.
Ew civîna rûbirû li vê demê rast tê ku peywendîyên Amerîka û Çîn di asteke xerab de ne.
Biden û Jinping dê cara pêşî rûbirû biaxifin.
Berdevika Qesira Sipî Karine Jean-Pierre bi daxuyanîyekê da zanîn ku Amerîka û Çîn dê ser domandina peywendîyan biaxifin û ser mijarên cîhanî jî danûstandinê bikin.
Biden di axaftina xwe ya dawî de dîyar kir ku ew dixwaze bi karbidestên Çînê re ser Taywan, Rûsya û sîyasetên bazirganîyê biaxife.
Karbidestekî payabilind yê Amerîkî ji AP’ê re dîyar kir ku ew ser civîna Biden û Jinping ne geşbîn û da zanîn ku ew ne li benda daxuyanîyeke hevbeş in.
Wî karbidestî da zanîn ku Biden dê hewil bide bo domandina peywendîyan zemînekê çêke.
Serok Biden, Çînê jiber polîtîkayên li Taywanê û helwesta wê ya li hember Rûsya ya Ukrayna dagirkirî rexne dike.
Serokê Rûsya Vladimir Putin çend hefteyan berî hêzên Rûs Ukraynayê dagir bikin serdana Çînê kiribû.
Rûsya û Çînê piştî wê serdana daxuyanîyeke ku peywendîya bêsînor raber dike belav kiribûn.
Çîn, Rûsyayê jiber dagirkirina Ukrayna rexne nake, lê heta niha alîkarîya çekan jî nedaye Moskowê.