Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Johnson Ser Piştgirîya bo Ukrayna Axifîn


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û hemtayê wî yê Brîtanî Boris Johnson ser zêdekirina piştgirîya bo Ukrayna axifîne.

Reutersê dîyar kir ku Biden û Johson ji hev re gotine ku divê ew piştgirîya aborî û leşkerî ya bo Ukrayna zêdetir bikin.

Biden û Johson li hev kirine ku ew hewcedarîya bo neft û gaza Rûsya jî kêm bikin.

Her du rêberan ji hev re gotin ku divê ew zexta aborî ya li ser Serokê Rûsya Vladimir Putin pirtir bikin.

Îstixbaratên welatên Rojava dibêjin ku Rûsya dê êdî bala xwe bide ser rojhilata Ukrayna û şerê li wir dê heta du sê hefteyan gurtir bibe.

XS
SM
MD
LG