Di hevpeyvîneke taybet ya kenala NBC de ku tomarkirî bi Serokwezîrê Canada Justin Trudeau hatbû kirin û roja Yekşemê hat weşandin got "Eşkereye ku li gel zêdebûna vaksînkirinê, hêzvîdarin ku em xeberên xweş bibihîzin û jê derbaz bibîn, me hamîyan pêwîstî bi parastina ewlehiya saxlemiyê heye, û ev tê wateya ku (girtina sinoran) dê wek xwe bimîne", Justin got.
Di axiftina xwe de Trudeau pesina rêveberiya nû ya Koşka Spî da, îşraet bi rêbaza Joe Biden da ya li hember COVID-19 û rewşa Klîmayê.
Trudeau got "karekî jêhatîye ku em dibînin Amerîka jinûve têkildar dibe, ez weha dibînim û bêgomane ku karên zehmetir di dema rêveberiya berê de hebûn, yên serederiyek li rêyeke rast di qada navnetewî de".
Destpêka hefteyê herdu serok Trudeau û Biden di civîneke onlayn de hatin bahev û hewildan rûpela serdema Trump vedin, û tekez li ser têkiliyên bihêz yên herdu welatan kirin, û sozdan ku bi hevre li hember Çînê û guherînên klîma bixebitin.
Biden piştî demek kurt ya hatina ser desthilatê li 20 meha Befranbarê hikûmeta Canada tore kirbû jiber vekişîna ji pojeya boriyên petrolê ya projeya Keystone XL bi buhayê 8 mêlyar dolaran jibo veguhastina petrola xav ji Alberta bo Nebraska, û projeya "kirînên Amerîka" bi armanca zêdetir peymanên Amerîkî bo teşwîq kirina kompaniyên karê navxweyî.
Lê herdu serokan biryar girt ku nakokiyan li pişt xwe bihêlin û bi hevre kar bikin "Ez bawer dikim ku gelek tişt hene em bi hevre encam bidîn, ez gelek wextê xwe bi wê dudiliyê ve na borînim ku hertim di têkiliyên me yên dualî de hene." Trudeau got.