Serokên Amerîka, Kanada û Meksîkayê îro Pêncşemê jibo hilcivîna xwe ya sêalî ya piştî pênc salan bo cara yekê, kom dibin.
Di hilcivînê de dê sê serok mijarên demdirêj yên wek guherîna jingehê, koçberî, pêşbazîya aborî û her wiha kêşeyên nû yên mîna pandemîya COVID-19, nîqaş bikin.
Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau û Serokê Meksîko Andrés Manuel López Obrador dê îro li Qesra Sipî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicivin.
Serokên welatan ewê pêşî bi Biden re hevdîtinên dualî bikin berîya ku jibo hilcivîna Serokên Amerîkaya Bakur ji sala 2016'an û vir ve cara yekê, bicivin.
Cîgirê Berpirsê medyayê yê Qesra Spî Chris Meagher roja Çarşemê ragihand ku "ew encama xebata 10 mehan e ku jinûve platforma Amerîkaya Bakur were zindî kirin ku hem jibo serkeftina meya aborî ya navxweyî girîng e û hem jî hevkarîyek ku dikare di çareserkirina kêşeyên herêmî û cîhanî de rolek girîng bilîze."