Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CNN: Biden Dê bo Balyozîya Australia, Caroline Kennedy Bike Berbijar


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê CNN’ê ragihand ku Serok Joe Biden dê bo balyozîya Amerîka ya li Australia, keça Serokê berê John F. Kennedy, Caroline Kennedy bike berbijar.

CNN’ê ew nûçe sipart sê jêderên navên wan nehatin eşkere kirin.

Qesira Sipî ser wê nûçeya derbara bebijarîya Kennedy ti şirove nekir.

Kennedy piştgirîya xwe ya bo Biden di Sibata 2020’an de eşkere kiribû û dabû zanîn ku ew bo seroktîyê ji yên din çêtir e.

Xanim Kennedy, di dewra Serokê berê Barack Obama de wek balyoza Japonya kar kiribû.

Ew di sala 2008’an de alîgira Obama bû û wê bo wî kempeyna arîkarîyê jî meşandibû.

XS
SM
MD
LG