Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida dê roja Înê bi awayekî onlayn bicivin.
Reutersê ew agahîya ser civîna Biden û Kishida ji zarê Qesira Sipî ragihand.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden û Kishida dê ser aborîya Amerîka û Japonya, mijarên ewlekarîyê û hin babên din yên dualî biaxifin.
Qesira Sipî dîyar kir ku ku Amerîka û Japonya hêzên sereke yên îstiqrara Hînt – Pasîfîkê ne û dîyar kir ku Biden û Kishida dê balê bikişînin ser girîngîya tifaqa aştî û ewlekarîyê.