Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Biden Dest bi Gîhandina Malbatên Koçber yên Veqetandî Dike


Koçberên zarok yên piçûkç û bêxwedî
Koçberên zarok yên piçûkç û bêxwedî

Karbidestên Amerîkî got îro Duşemê ragihand ku Amerîka di nava vê heftêyê wê çar malbatên koçber yên ku di dema rêvebirîya Trump de, li ser sînorê Amerîka-Meksîko ji hev hatibûn veqetandin, bigehînin hevdu.

Ev biryar, wek gaveke biçûk ya ber bi bicîhkirina soza kempeyna Serokê Amerîka Joe Biden tê nirxandin.

Berpirsa tîma Biden Michelle Brane, ku armanc dike ku malbatên jihev veqetandî jinûve li hev bîne roja Yekşemê ji rojnamevanan re axifî.

"Di van bûyerên ku em vê heftê qala wan dikin de, zarok li Amerîka ne û dêûbav jî tên ku bi hevre bin," Brane got.

Brane herwiha ragihand ku Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka (DHS) ser statuya koçberîya demdirêj ya wan kesan difikire.

Lee Gelernt, parêzerê serekî yê sazîya Yekîtîya Azadîyên Sivîl ya Amerîkî (American Civil Liberties Union/ACLU), mijar şîrove kir.

ACLU dijî sîyaseta veqetandina malbatên koçber ya rêvebirîya serokê berê Donald Trump, doz vekiribû.

Gelernt got ku sazîya wî nizane ku çend zarok niha ji dêûbavên xwe veqetandî ne, lê dibe ku hejmar ji hezarî zêdetir be.

Di bin rêvebiriya Biden de, derbazbûnên koçberan ya ji ser sînor zêde bûye ku di nav wan de zarokên piçûk yên bêxwedî û malbatên xwedî zarokên piçûk hene ku bi piranî ji Amerîkaya Navîn tên.

Rêvebirîya Trump ku di derbarê koçberîyê de bi helwesta tund dihat zanîn, di bihara 2018'an de, jibo rawestandina tevahîya derbazbûnên qaçax yên ser sînor sîyaseteke bi navê "xweşdîtina sifir" ragihandibû.

Karanîna wê sîyaseta Trump bû sedem ku veqatandinên girseyî yên dêûbavan ji zarokên xwe pêk were.

Trump, piştî rexne û nerazîbûnên navnetewî sîyaseta xwe hinek guhertîbû, lê parêzvan û sazîyên çavdêrîya hikûmetê derxistibûn holê ku veqetandin berî ragihandina wê sîyasetê destpê kiriye.

Di hin rewşan de dêûbav hatin dersînor kirin û zarok li Amerîka bi xizmên xwe yan bi sponsorên din re man.

Biden veqetîna malbatan ya di dema Trump de wekî "trajedîya mirovahî" bi nav kiribû.

Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî yê Amerîka Alejandro Mayorkas jî li ser mijarê bi rojnamevanan re peyîvîbû lê jiber sedemên nepenîyê derheqa malbatan hûrgilî nedabû.

Mayorkas dîyar kiribû ku yek ji malbatan ji Hondurasî û yek jî Meksîkî ye ku her du jî di 2017'an de ji hev hatine veqetandin.

XS
SM
MD
LG