Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Kongresa Amerîkî Danûstandinên Ser Paketa Alîkarîyê Didomînin


Demokratên Kongresa Amerîkî bo pejirandina paketa alîkarîyê ya 1,9 trîlyon dolarî ya Serok Joe Biden gava pêşî avêtin.

Civatan Senatoran qonaxa ser hevdîtinên bo budçeyê pejirand.

Komarî dijî paketa 1,9 trîlyon dolarî ne û hin ji wan dibêjin ku divê ew paket 618 mîlyar dolarî be.

Serok Joe Biden roje Sêşemê bi senatorên Demokrat re bi awayekî onlayn civîn çêkir.

Biden di civînê de dîyar kiriye ku ew hazir e ku di paketê de hin guherînan çêke, lê wî ser pêşnîyaza Komarîyan jî gotiye ku hindik e.

Wî roja Duşemê bi 10 senatorên Komarî re, ku dixwazin paket 618 mîlyar dolar be, civîn çêkiribû.

Serokê Piranîya Demokrat ya Civata Senatoran Chuck Schumer ji ronamevanan re got ku Biden ji senatorên Komarî re daye zanîn ku paketa 600 mîlyar dolarî pir hindik dimîne.

Rêberê Komarîyên li Civata Senatoran Mitch McConnel jî dîyar kir ku ser paketê ‘’destpêkeke partîzanî’’ çêbûye.

Jiber ku li Civata Senatoran ya bi 100 kursî hejmara kursîyan bo partîyan nîvenîv e û bo pejirandina hin bernivîsan jî 60 deng pêwîst in, dibe ku paketa Biden bi astengîyên Komarîyên re rûbirû bimîne.

Lê ger bernivîsa budçeyê li Civata Nûneran û li Civata Senatoran were pejirandin, wê gavê di ser ‘’lihevkirinê’’ re, bo erêkirina paketê li Civata Senatoran 51 deng bes in.

Ger di dengdanê de encam nîvenîv be, Cîgira Serok Kamala Harris dikare encama dengdanê bide hêla Demokratan.

XS
SM
MD
LG