Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje bi Seroktîya Wî re Têkoşîna Dijî Korona Pêşde Çûye


Serokê Amerîka Joe Biden di gotara xwe ya li Kongresê de ser karanîna vaksînên vîrusa korona jî axifî.

Biden dîyar kir ku ji destpêka seroktîya wî vir ve Amerîka di têkoşîna dijî vîrusa korona de pêşde çûye.

‘’Dema min sond xwar û dest bi seroktîyê kir kêmtir ji 1 ji sedê nifûsa kal û pîran bi temamî vaksîn li xwe dabûn. Piştî 100 rojî bi qasî 70 ji sedê nifûsa kal û pîran vaksîn li xwe dane.’’ Biden got.

Wî bang li Amerîkîyan vaksîn li xwe nedane kir ku vaksînê li xwe bidin.

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) roja Sêşemê dîyar kiribû ku mirovên bi temamî vaksîn li xwe dane dikarin li derve bêmaske tevlî çalakîyên wek meş û gerê bibin.

CDC di meha Adarê de jî dabû zanîn ku kesên vaksîn li xwe dane dikarin li hindur bêmaske bi kesên din yên vaksîn li xwe dane re bicivin.

Amerîka bi hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka 32,2 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 574,329 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG