Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Gelê Kuba bi Wêrekî Mafên Bingehîn Dixwaze


Serokê Amerîka Joe Biden ser protestoyên li Kuba daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Biden di daxuyanîyê de dîyar kir ku gelê Kuba ‘’bi wêrekî’’ mafên bingehîn dixwaze.

Wî da zanîn ku gelê Kuba dijî ‘’zextên rejîma otorîter’’ bo azadî û rizgarî rabûyê ew jî li gel wan in.

Serok Biden da zanîn ku divê rejîma Kuba li hember mafên protestoyên aştîyane bi rêzdarî tevbigere.

Biden bang li karbidestên Kuba kir ku guh bide gel û bo pêdîvîyan xizmetê bike.

Serokomarê Kuba Miguel Diaz Canel jiber protestoyan Amerîka tawanbar kiribû.

Diaz Canel gotibû ku Amerîka hewil dide zararê bide îstiqrara welêt û bang li alîgirên xwe kiribû ku ‘’berevanîya şoreşê’’ bikin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku ji protestoyên roja Yekşemê vir ve bi kêmî ve 100 xwenîşander, bizavkar û rojnamevanên serbixwe hatine desteserkirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG