Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden jiber Vekişîna ji Peymana Parîsê ji Cîhanê Lêborîn Xwest


Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê di Konferansa Guherîna Klîma ya Neteweyên Yekbûyî de, lêborîna xwe ji cîhanê re pêşkêş kir ku Amerîka ji peymana Parîsê vekişîbû.

“Dibe ku lêborîna xwe nedim, lê dîsa ji dixwazim li ser nave Dewletên Yekbûyî lêborîna xwe raberî we bikim ku rêvebirîya borî ya Amerîka em ji peymanên Parîsê vekişandin loma em hinek paşde mane,” Biden got.

Wî da zanîn ku civata navnetewî ketiye qonakeke girîng ku dikare pêşî li zararên ku ji guherîna îklimê pêk werin bigire.

Biden bang li rêberên cîhanê kir ku derbarê germbûna gerdûnî (global warming) û parastina jîngehê gavên berbiçav bavêjin.

XS
SM
MD
LG