Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Macron Danûstandinên Ser Girjîya Rûsya û Ukrayna Didomînin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dê di demeke nêz de careke din ser girjîya Rûsya û Ukrayna biaxifin.

Reutersê ew agahî ji zarê Berdevika Medya ya Qesira Sipî Jen Psaki ragihand.

Psaki dîyar kir ku ew dê dijî dagirkerîya gumankirî ya Rûsya bi Fransa re danûstandinên berfireh bidomînin.

Biden û Macron hefteya borî ser girjîya Ukrayna û Rûsya du caran axifîbûn.

Psaki da zanîn ku Biden dê di demeke nêz de careke din bi Macron re biaxife.

Macron vê hefteyê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re kom bû.

Bi Macron re, jirku Rûsya leşkerên xwe li nêzî sînorê Ukrayna bi cîh kirine cara pêşî rêberekî rojavayî bi Putin re civîya.

XS
SM
MD
LG