Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden, Cindy McCain bo Postên NY'ê Dike Berbijar


Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden, xanima bî ya Senatorê Komarî John McCain yê mirî, Cindy McCain bo nûnertîya daîreyên xwarin û çandinîyê kiriye berbijar.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Walîyê berê yê eyaleta Delawere Jack Markell jî bo Sazîya Pêşveçûn û Hevkarîya Aborî (OECD) wek berbijar hatiye raberkirin.

Cindy McCain û Jack Markell di nav wan 17 berbijaran de bûn ku navên wan bo pejirandinê ji Civata Senatoran re hatibûn şandin.

Xanim McCain, di hilbijartinên Mijdarê de Biden li hember Trump yê mêrê wê rexne kiribû, pejirandibû. John McCain di sala 2018’an de canê xwe ji dest dabû.

Ger berbijarîya Xanim McCain were pejirandin ew dê Amerîka li daîreyên xwarin û çandinîyê yên NY’ê temsîl bike.

Xanim Ccain, serok û rêvebira Hensels Beverage Co ya navenda wê li Phoenixê ye ku ew kompanîya vexwarinên bi alkol û yên bêalkol belav dike.

XS
SM
MD
LG