Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden li Michiganê Balê Dikişîne Ser Karanîna Maskan


Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden dîyar kir rewişa Serok Donald Trump raber kiriye ku divê ew bi awayekî cidî li şewba vîrusa korona binêrin.

Joe Biden dîyar kir ku ya girîng e ew e ku meriv li şûna hişkbûnê, ji Amerîkîyan re bêje ku ew maskan bidin ber rûyên xwe.

Biden piştî du testên wî yên vîrusa korona negatîf derketin bo hilbijartinan çû eyaletan Michiganê.

Biden, di axaftinên xwe yên berê de gava diçû kursîyê maska xwe derdixist, lê li Michiganê di temamê axaftinê de mask li ber rûyê wî bû.

Wî bang li Amerîkîyan kir ku guh bidin şîretên pisporan, destên xwe tim û tim bişon û li gor mesafeya civakî tevbigerin.

Biden bo Trump got ku ‘’Welatperwerî ne hişkbûn e, bicîhanîna berpirsîyan e.’’

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karbidestekî kempeyna hilbijartinê ya Biden ragihand ku dibe ku ew reklamên neyênî yên Trump jiber rêvebirina şewba vîrusa korona rexne dikin, bi şûnde vekişînin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 7,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 208,642 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG