Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê di Hilcivîna NATO'yê ya li Brukselê, pabendbûna Amerîka ya bi NATO re dubare kir.
Serokên endamên sereke ya hevalbendîya leşkerî ev daxuyanîya Biden jibo NATO'yê wek xalek gelek girîng nirxandin, jiber ku serokê berê Donald Trump vekişîndina Amerîkayê dianî rojevê.
Biden piştî ku jibo cara yekê ya seroktîya xwe giheşt avahîya navendî ya NATO'yê, pêşî bi sekreterê giştî yê hevalbendîya leşkerî yê NATO'yê Jens Stoltenberg re civya.
Biden di civîna bi Stoltenberg de dilsozîya Amerîka ya bi benda 5'a ya peymana NATO' yê detsnîşan kir.
Benda 5'a ya peymanê dibêje ku êrîşeke dijî yek endameke NATO' yê êrîşeke dijî hemîyan e û divê bersîveke hevpar were dayîn.
"Em, benda 5'a wek erkeke pîroz dinirxînin. Ez dixwazim ku NATO zanibe ku Amerîka li wir e," Biden got.
Ev daxuyanîya Biden ji sîyaseta çar salên borî,guhertineke berbiçav nîşan dide, dema ku Trump NATO wek' kevn' bi nav kir û hevalbendî rexne kir, jiber ku Amerîka jibo parastina cihanî ji endamên din pirtir dirav xerc dike.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg jî ser astengî û dijwarîyên di pêşaroje hevalbendîya leşkerîyê, sekinî.