Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Rûsya û Çîn Dijî NATO’yê Xeterîyên Herî Mezin In


Seorkê Amerîka Joe Biden êvara Duşemê li Bruskelê got ku divê ew ji cîhanê re û ji gelê xwe re nîşan bidin ku demokrasî hîn jî dikare hember djwarîyên roja me bi ser keve û bersîva pêdivîyên gelê wan bide.

Serok Biden di hilcivîna NATO’yê de got ku li ser dewletên demokratîk dimîne ku ji dinê re îsbat bikin dewletên otokratîk nikarin bersîva hewcedarîyên cîhanê bidin.

Wî got ku divê endamên NATO’yê dizî û bertîlê ji kokê de tune bikin û dijî populîzma sexte, ku nirxên demokratîk lawaz dikin, bisekinin.

Biden bi bîr xist ku Xala 5an yan NATO’yê qala berevanîya hevbeş dike û hemî endamên amade dilgeş in Amerîka careke din vegerî qada cîhanê.

Serok da zanîn ku Rûsya û Çîn dijî nirxên cîhana rojava şerekî neragihandî dimeşînin.

“Rûsya û Çîn her du jî dijî hevbendîya me ya transatlantîk şerekî neragihandî dimeşînin, lê Peymana NATO’yê xurt e û nayê pûç kirin.

XS
SM
MD
LG