Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Biden Wê di Hilcivîna NATO’yê de bi Erdogan re Bicive


Koşka Sipî îro Sêşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden wê li Hilcivîna NATO’yê de bi Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan re bicive.

Qesra Sipî dîyar kir ku Biden û Erdogan wê encamên êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna gotûbêj bikin.

Di daxuyanîyê de herwiha hat gotin ku rêberên NATO’yê wê di hilcivîna Madrîdê de biryarên dîrokî yên bo xurtkirina berevanî û ewlekarîya hevbeş ya hevpeymanîyê bigirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hilcivîna NATO’yê îro li Madrîdê destpê dike û heta 30'ê mehê wê bidome.

XS
SM
MD
LG