Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Belgeyên Êrêkirina Endamtîya Fînlandîya û Swêdê ya NATO Îmza Kir


Serokê Amerîka Joe Biden li Qesra Sipî belgeyên êrêkirina endambûna Fînlandîya û Swêdê yên NATO’yê îmza dike, 9 Tebax, 2022.
Serokê Amerîka Joe Biden li Qesra Sipî belgeyên êrêkirina endambûna Fînlandîya û Swêdê yên NATO’yê îmza dike, 9 Tebax, 2022.

Serokê Amerîka Joe Biden doh Sêşemê belgeyên êrêkirina endambûna Fînlandîya û Swêdê yên NATO’yê îmza kir.

"Îro rojeke pir girîng e ku em di rêka bo tevlêbûna Fînlandîya û Swêdê ya NATO’yê de gaveke girîng davêjin. Amerîka bi îmzakirina vê belgeyê bû endamê 23’an NATO ku tevlîbûna Fînlandîya û Swêdê ya hevalbendîya berevanîyê ya herî bi hêz ya dîroka cîhanê erê dike."

Biden bi îmzakirina "belgeya erêkirinê" ya Amerîka serlêdanên Fînlandiya û Swêdê yên bo tevlêbûna NATO’yê pejirand ku gava dawîn ya pêyvajoya fermîya li wî welatî ye.

Endamtîya Fînlandîya û Swêdê bo NATO’yê ji salên 1990’an vir ve berfirehkirina herî mezin e ku wek bersîvdana êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna derketiye pêş.

Serok Biden anî ziman ku Fînlandîya û Swêd bi şopandina pêyvajoyên demokratîk biryara tevlêbûna NATO’yê dane.

"Her du dewlet mafên xwe yên serwerîyê bi kar tînin ku ser ewlehîya xwe biryarên xwe bidin. Ez bi hevbendîyê bawer im û ev yek bo aramîya tevahîya cîhanê gaveke pir girîng e."

Serokê Amerîka Biden bang li hevalbendên din yên NATO’yê kir ku demûdest pêyvajoya erêkirina Fînlandîya û Swêdê temam bikin.

"Me bi hev re soz da Fînlandîya û Swêdê. Em berdewam dikin ku li hember her xeterekîyeke ser ewlehîya me hişyar bin, her pevçûnek bidin sekinandin û dijî her gefeke êrîşkar yan êrîşekê amade bin. Û ez bang li hevalbendên mayî jî dikim ku bi lezgînî pêyvajoya erêkirinê temam bikin."

Biden bi bîr xist ku her 30 welatên hevalbend bo Fînlandîya û Swêdê di Hilcivîna NATO’yê ya di Hezîrana borî de li Madrîdêkom bûn û hêvîyên Putin vala derxistin.

"Ev nîşana yekîtî û biryardarîya hevalbendan bû. Putin bawer dikir ku ewê bikare be me ji hev veqetîne û vîyana me lawaz bike. Lê, li şûna wê, tiştê ku ew naxwaze tê ku ew jî beşdarbûna Fînlandîya û Swêd ya NATO ye."

Biden dîyar kir ku wî berîya îmzakirina belgeyan bi Serokkomarê Fînlandîya Sauli Niinistö û Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson re axifîye.

Civata Senatoran Kongresa Amerîka hefteya borî serlêdanên Fînlandiya û Swêdê pejirandibû.

Swêd û Fînlandîya wek bersîvdayîna êrîşa Rûsya ya 24'ê Sibatê ya ser Ukrayna, serlêdana endamtîya NATO'yê kiribûn.

Tevahîya 30 welatên ku endamên NATO’yê ne meha borî belgeya pêş ya tevlêbûnê ya bo Swêd û Fînlandîya îmza kiribûn.

Berîya ku Fînlandîya û Swêd li gor xala pêncan ya hevalbendîyê werin parastin, pêdivî ye ku serlêdanên wan ji hêla parlamentoyên hem û 30 dewletên endam ve were pejirandin.

Pêyvajoya pejirandina her du welatn dibe ku heya salekê bidome û qonaxa dengdanên li parlementoyên welatên endam hin didome.

XS
SM
MD
LG