Ajansa Reutersê ji zarê karbidestekî payebilind ragihand ku serokê Amerîka Joe Biden wê di axaftina xwe ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) ya roja Sêşemê de destnîşan bike ku dawîkirina tevlîbûna leşkerî li Afganistanê dê rûpelek nû ya "dîplomasîya zirav" veke.
Biden wê ji destpêka pişt nîvroya îro ve bo civînên NY hefteyeke li New Yorkê derbaz bike
Biden ewê îro piştî nîvro bi Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres re bicive û her wiha roja Sêşemê ewê cara yekê li Civata Giştî ya NY wek serokê Amerîka biaxife.
Hevdem, Biden ewê bi serokwezîrê Avusturalya Scott Morrison li New Yorkê bicive, piştre vegere Washingtonê da ku bi rerokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re hevditînê bike.
Axaftin derfeta herî mezin ya heya îro dide Biden ku li ser rêkên sîyaseta derve ya Amerîkî biaxife.
Amerîka li hindur û derveyî welêt jiber wek vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê tê rexne kirin.
Pir kes dibêjin ku vekişin kaos bû, ne baş hatibû plan kirin û hin hemwelatiyên Amerîkî û hevalbendên Afganî nehatin derxistin ku ew dikarin bibin armanca tolhildanên Talîbanê.
Heman jêder got ku vekişîn destûrê dide Amerîka da ku bala xwe bikişîne ser pêşînîyên din.
"Serok dê di bingeh de peyama ku bidawîbûna şerê li Afganistanê beşê ku li ser şer disekinî girt û beşê ku balê dikişîne ser dîplomasîya Amerîkî ya armancdar, bibandor, berbiçav bide," karbidest got.
Karbidestê payebilind ji rojnamevanan re got ku Biden dixwaze bi telefonê bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re biaxive da ku nerazîbûna Macron ya ser peymanek di navbera Amerîka, Avusturalya û Brîtanya de ya bi navê AUKUS, nîqaş bike.
Heftaya borî peymana çekirina keştîyên binavê yên navokî hatibû îmza kirin ku Washington dê teknolojîya pêşkeftî yên bo Avusturalya bide.
Karbidestên Amerîkî dibêjin ku Avusturalya teknolojîya Amerîkî xwestibû.
Peymana AUKUS armanc dike ku li hember zêdebûna bandora Çînê li herêma Hindo-Pasîfîkê, alîkarîya helwesta Avusturalya bike.
Lê bi vê, peymaneke Fransayê ya ku jibo Avusturalya ewê bi dehan keştîyên binavê yên bi mazotê çêbikira,têk bir.
Fransa dibêje ku bi peymanê ew di piştê de hatiye kêr kirin.
Karbidest da zanîn ku Biden helwesta Fransayê fêhm dike, lê tev li wê nêrînê nabe.
Hevdem, karbidest dîyar kir ku hevdîtin û gotinên Biden ewê armanc bike ku peyameke bişîne da ku ev serdemek "pêşbazîyeke dijwar bi hêzên mezin re ye, lê ne şerekî sar yê nû ye".
"Serok Biden dê sibê ragihîne ku ew bi serdemeke Şerê Sar yê nû ya ku cîhana bi blokan dabeş bike, bawer nake. Ew ji pêşbazîyeke tund,xurt û bi prensîb ya ku destûrê nade derketina pevçûneke,bawer dike ,"karbidest got.
Karbidest bi berdewamî ragihand ku Biden ewê sozên Amerîkayê yên di derbarê alîkarîya guhertina jingehê û bexşên vaksîna COVID-19 de, zêde bike.
Herwiha, karbidest destnîşan kir ku Biden di axaftina bi telefonê ya bi Serokê Çînê Xi Jinping re ya di 9'ê Îlonê de, heman peyam dîyar kiriye.