Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bi Pêşnîyara Pentagonê ya Vekişîna ji Afganistanê Pêgir Dibe


Karbidestekî revebirîya Amerîka îro ji Reuters re ragihandin ku Serok Joe Biden pêşnîyara Pentagonê qabûl dike, ya ku heya 31'ê Tebaxê vekişîna ji Afganistanê temam bike.

Karbidestan got ku , Pentagon ev pêşnîyara roja Duşemê jiber fikarên li ser xeterîyên ewlehîyê yên hêzên Amerîkî, hatiye kirin.

Heman karbidest da zanîn ku Biden Biden ji Pentagonê daxwaz kiriye planên din amade bikin ku heke pêwîst be ew karibin dirêjtir bimînin.

Amerîka ji Talîbanê re dibêje ku vekişîna Amerîka ya di 31'ê Tebaxê de girêdayî hevkariya komê ye, ya jibo hêsankirina xebatên derxistinê, karbides got.

XS
SM
MD
LG