Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Navbera Rûsya û Ukrayna Çareserîyeke Danûstandinkirî Pêdivî Ye


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Înê got ku bi bawerîya wî bo dawîanîna şerê Rûsya li Ukrayna peymaneke çareserîyê ya danûstandinkirî pêdivî ye.

Biden pirsa gelo divê Ukrayna hinek ji axa xwe bide Rûsya da ku şer bi dawî bibe û aştî li herêmê pêk were, wî bersîvand.

Wî got ku sîyaseta wî ya berdewam ev e ku Amerîka wê bêyî Ukrayna di derbarê Ukrayna de ti biryarekî nede.

"Ew axa wan e û ezê ji wan re nebêjim ka divê çi bikin û çi nekin. Li gor nêrîna min di xalekê de pêdivî ye ku peymaneke çareserîyê ya danûstandinkirî pêk were."

Biden herwiha anî ziman ku ew nizane peymaneke weha dê çawa be, lê got ku Amerîka wê alîkarlîya xwe ya bo Ukraynîyan bidomîne ku ew xwe biparêzin.

Serok Biden ev daxuyanîya îro li bajarê Delaware di roja 100'î ya dagirkirina Rûsya ya li Ukrayna da.

XS
SM
MD
LG