Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Plana Ser Vaksîna Vîrusa Korona Eşkere Kir


Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden piştî paketa aborîyê, plana ser belavkirina vaksînên vîrusa korona eşkere kir.

Biden dîyar kir ku 5 xalên girîng yên planê hene û li gor wan dê pirtir kes bi vaksînan belaş li xwe din, navendên nû yên lêdana vaksînê dê werin ava kirin, stokên vaksînên dê werin zêde kirin, karmend dê xebatên vaksînkirinê berfireh bikin û ew dê karên vaksînan bi awayekî zelal bimeşînin.

Li gor plana Biden, ew dê di 100 rojên pêşî yên seroktîyê de bikin ku 100 mîlyon doz vaksîn werin karanîn.

‘’Ji min dipirsin ku ew armanceke rasteqîn e yan ne, ez bawer dikim, em dikarin bi ser kevin. Niha dem hatiye ku em armancên mezin deynin pêş xwe û bi awayekî wêrek li wan binêrin.’’ Biden got.

Wî da zanîn ku ew dê fermanan bide eyaletan ku pirtir komên li pêş yên bo vaksînkirinê çêkin û vaksînan li pirtir kesan bidin.

Serokê hilbijartî belavkirina vaksînan rexne kir û dîyar kir ku hin kesên ku dixwazin vaksînan li xwe bidin nikarin wan bi dest xin.

Biden dîyar kir ku piştî ew dest bi kar bike ewê di mehekê de 100 navendên nû yên vaksînê çêkin û got ku bi mîlyonan kes dê li wan navendan vaksînan li xwe din.

Rêberê Demokrat da zanîn ku ewê biryarnameya ser maska mecbûrî îmza bike û dîyar kir ku ewê di 100 rojên pêşî yên seroktîyê de ji Amerîkîyan bixwaze ku maskên xwe bidin ber rûyên xwe.

Wî got ku ewê ji walîyên Demokrat jî yên Komarî jî karanîna maskan bixwaze da zanîn ku ew ne mijareke sîyasî ye, lê helwesteke welatperwerîyê ye.

Biden ji zarê pisporên saxlemîyê dîyar kir ku ger heta Nîsanê mask werin karanîn ewê 50,000 kes ji mirinê bifilitin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka 23,4 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 391,279 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG