Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Putîn di 16'ê Hezîranê de li Cenevrê Dicivin


 serokê Amerîka Joe Biden
serokê Amerîka Joe Biden

Qesra Spî û Kremlin îro Sêşemê dîyar kirin ku serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putîn ewê 16'ê Hezîranê li Cenevreyê bicivin.

Berdevkê Qesra Sipî Jen Psakî îro ser hevdîtina her du serokan agahdarî da rojnamevanan.

"Serokê Amerîka natirse ku li hember dijminên me bisekine û dîplomasîya kesane ya rûbirû bikar bîne da ku qadên bi pirsgirêk bîne ziman yên ku ew bi fîkar e û bo qadên ku peymana me ya hevbeş heye, lêkolîna derfetê bike ku bi hev re bixebitin, " Psakî got.

Reuters di serê vê mehê de ragihandibû ku her du welatan bendewarîyên xwe yên bo pêşkeftinan jî di hilcivînê kêm kirine û nayê çaverêkirin ku ser gelek mijarên bi pirsgirêk nermbûn pêk were.

Psakî di daxuyanî yekê berê de gotibû ku ewê Biden û Putîn 'tevahîya pirsgirêkên ku dibin sedema givaştinan nnîqaş bikin, jiber ku em dixwazin pêşbînîkirin û aramîya peywendîya Amerîka û Rûsyayê serrast bikin.'

Kremlinê jî bi daxuyanîyekê ragihand ku her du serok dê peywendîyên dualî, pirsgirêkên têkildarî aramî ya navokî ya stratejîk, û mijarên din jî yên ku jî di nav de hevkarîya tekoşîna dijî COVID-19 û pevçûnên herêmî gotûbêj bikin.



XS
SM
MD
LG