Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Psaki: Biden jiber Gotinên Dijî Putin Ne Poşman E


Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki di brîfînga rojane de ser gotinên Serok Joe Biden yên dijî Serokê Rûsya Vladimir Putin axifî.

Psaki li ser pirsekê dîyar kir ku Biden jiber gotinên xwe yên dijî Putin ne poşman e.

Biden ji kanala ABC re dabû zanîn ku Putin ‘’kujer’’ e û gotibû ku ewê bedela destwerdana li hilbijartinên Amerîka bide.

Li ser wan gotinan, Rûsya balyozê xwe yê li Washingtonê vexwendibû Moskowê.

Xanim Psaki dîyar kir ku balyozê Amerîka yê li Moskowê karê xwe dimeşîne û da zanîn ku ew gêşbîn in ku ew bi Rûsya re peywendîyeke avaker bidomînin.

Putin jî ji kanala dewletê ya Rûsya re gotibû ku ew dixwazin ku Moskow û Washington berevanîya peywendîyên xwe bikin.

Wî herwiha dîyar kiribû ku ew hazir e ku bi Biden re civîneke onlayn çêke.

XS
SM
MD
LG