Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Putin Ser Alîkarîya bo Sûrîyê Axifîne


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê axifîn.

Qesira Sipî ragihand ku Biden û Putin pesna hevkarîya bo alîkarîya li Sûrîyê dane.

Bernivîsa ser dema alîkarîyên bo Sûrîyê li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi yekdengî hatibû pejirandin.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Serok Biden bi Putin re ser êrîşvanên înternetî yên li Rûsya dijîn jî peyivîye.

Biden ji Putin re daye zanîn ku divê Rûsya dijî wan êrîşvanan hin gavan biavêje û gefên berfireh pûç bike.

Wî herwiha da zanîn ku Amerîka dê bo berevanîya gel û binesazîyê hemî tedbîran bistîne.

Biden û Putin cara pêşî di 16’ê Hezîranê de li Cenevrê rûbirû axifîbûn.

XS
SM
MD
LG