Berdevka Qesira Sipî Jen Psaki îro Pêncşemê got ku Serokê Amerîka Joe Biden hîn li ser dem û cîhê hevdîtinên nû yên bi Serokê Rûsî Vladimir Putin re qayil nebûye.
Psaki rexneyên Putin yên îro red kirin ku gotibû di kêşeya navbera Rûsya û Ukrayna de alîyê êrîşkar Amerîka û hevbendên wê ne.
"Rastîyên li pêş çavan nîşan didin ku alîyê êrîşkar ku hêza xwe li ser tixubê Ukrayna û Rûsya dicivîne, Rûs in û gotinên rêberê Rûsya Putin in,” Pseki bi berdewamî got.