Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Putin Ser Domandina Peywendîyên Dîplomatîk li Hev Dikin


Serokê Amerîka Joe Biden û hemtayê wî yê Rûs Vladimir Putin hevdu ser xirabkirina peywendîyên dualî hişyar kirin.

Rûsya li sînorê Ukrayna leşkeran bi cîh dike û ew yek bo Amerîka û welatên Ewrupî fikaran çêdike ku Moskow, Kîevê dagir bike.

Biden û Putin di axaftina bi rêka telefonê de li hev kirin ku danûstandinên dîplomatîk bidomînin.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki got Biden ji Putin re gotiye ger Rûsya, Ukrayna dagir bike ewê Amerîka û hevbendên wê bersîvê bidin.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden ji Putin re gotiye ku ewê pêşveçûn ne gurkirina girjîyê, lê bi kêmkirina wê çêbe.

Kremlînê jî da zanîn ku Putin ji Biden re gotiye ku ger dijî Moskowê toleyên nû werin ragihandin ewê ‘’şaşîyeke mezin’’ be û zararê bide peywendîyên Amerîka û Rûsya.

Yuri Ushakov, ku yek ji şîretvanên sîyasî yên Putin e dîyar kir ku ew ji danûstandina bi Biden re razî ne û dîyar kir ku bala axaftin her du rêberan ser garantîyên ewlekarîyê bûne ku Moskow ji welatên rojava dixwaze.

Ushakov da zanîn ku axaftina Biden û Putin bo danûstandinan atmosfereke rind çêkiriye.

Axaftina Biden û Putin bi qasî 50 deqîqe dom kir.

Şandeyên payabilind yên Amerîka û Rûsya dê di 10’ê Çileyê de li Cenevrê bicivin ku ne li ber e Biden û Putin beşdarî wan civînan bibin.

XS
SM
MD
LG