Serokê Amerîka Joe Biden ji Twitterê dîyar kir ku ewê hemî axa welatên NATO biparêzin.
Biden da zanîn ku ewê dijî Rûsya li Ukrayna şer nekin.
Wî got ku ger NATO û Rûsya rastexwe werin hemberî hevdu ewê Şerê Cîhanê ya Sêyan destpê bike û da zanîn ku ewê bi hewildanan rê li ber wî şerî bigirin.
Serok Biden bi berdewamî dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dê li hember Ukrayna ti car bi ser nekeve.
Biden da zanîn ku Putin xwestiye Ewrupa, Amerîka parçe bike û tifaqa Trans-Atlantîk qels bike, lê got ku ew bi ser neketiye.