Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Radigihîne ku Rêberê DAIŞ'ê El Qureyşî Hate Kuştin


Serokê Amerîka Joe Biden îro Pêncşemê ragihand ku rêberê DAIŞ'ê Ebu Îbrahîm el Haşimî el Qureyşî di operasyoneke wan ya serketî de hate kuştin.

“Şeva borî, bi fermana min hêzên leşkerî yên Amerîkî operasyoneke dijterorê bi serketê dawî anî. Bi xêra wêrekîya hêzên me yên çekdarî rêberê DAIŞ'ê Ebu Îbrahîm el Haşimî el Qureyşî ji qada şer hate jêbirin,” Biden ji hesabê xwe yê fermi yê Twitterê ragihand.

Serok Biden ragihand ku ewê derheqa operasyonê de, demeke paştir ya vê sibê pêzanînên berfirehtir bide gelê Amerîkî.

Demeke zûtir ya îro Pentagonê dîyar kiribû ku hêzên taybet yên Amerîkî li gundê Atmê ya li herema Îdlibê, li bakurê rojavayê Sûrîyê operasyoneke dijterorê ya serketî pêk anîye.

XS
SM
MD
LG