Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden di Roja Yekê de 15 Fermanên Qanunder Îmza Bike


Serokê Hilbijartî yê Amerîka Joe Biden
Serokê Hilbijartî yê Amerîka Joe Biden

Joe Biden piştî ku îro wekî serokê Amerîka sond bixwe, plan dike ku 15 biryarên fermanên qanûnder (executive order) îmza bike.

Biden dê sîyasetên ku ji hêla serok Donald Trump ve dihat revebirin biguherîne û di derbarê pandemîya korona û guherîna îqlimê de gavên xwe yên pêşîn bavêjê.

Berpirsa ragiyandinê ya Biden, Jen Psaki ragihand ku Biden wê îro paşnîvro li Qesira Sipî bi armanca çareserîya 'krîzên' pandemî, aborî, guherîna klîmayê û newekhevîya nijadî fermanên qanûnder îmza bike û ji sazîyan bixwaze ku ser du mijarên din gavan bavêjin.

Psaki got ku planên Roja Yekê tenê destpêkeke kiryarên rêvebirîya Biden in.

"Di roj û hefteyên pêş de jibo çareserkirinên van pirsgirêkan û bo cîhanîna sozên ku serokî hilbijartî dayê gelê Amerîkî, emê pirtir kiryarên rêvebirîyê ragihînin," Psaki got.

Di fermanên qanûnder de, li avahîyên federal û bo karmendên federal karanîna maskan tê mecbûr kirin û fermaneke bo bersîvdana vîrusa korona sazkirina ofîseke nû ya girêdayê Qesira Sipî jî hene.

Hevdem, Biden dê pêvajoya jinûve beşdarbûna Peymana Klîma ya Parîsê bide destpê kirin.

Herwiha ewê bo çareserîya guherîna îqlimê fermaneke berfireh îmza bike ku di nav de betalkirina fermanên qanûnder ku jibo xeta petrolê ya Keystone XL hatî dayîn jî heye.

Biden dê herwiha biryarên awarte yên Trump, ku ser diravdana dîwarê sînor dike pûç bike û qedexeya rêwîtiyê ya dijî hin welatên misilman jî bi dawî bîne.

Di nava fermanên qanûnder de wê betalkirina qedexeya leşkerîyê ya bo Amerîkiyên transseksuel û guhertina astengîyên ber diravdana Amerîka yên jibo bernameyên li dervayî welat yên beravêtina zarokan (kurtaj) hebin.

XS
SM
MD
LG