Serokê Amerîka Joe Biden ser êrîşa Rûsya ya dijî Ukrayna daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Biden dîyar kir ku Amerîka û hevbendên wê dê bi îstiqrar bersîva Rûsya bidin.
‘’Serok Biden şerê bi qest bijart ku ew dê êşên însanî û mirinên pir çêke. Berpirsa mirin û hilweşînên dê ew êrîş çêke bi tenê Rûsya ye.’’ Biden got.
Wî da zanîn ku cîhan dê hesabê vê êrîşê ji Rûsya bipirse.
Serok Biden dîyar kir ku ew dê rewşê ji Qesira Sipî bişopîne û da zanîn ku ew dê îro Pêncşemê serê sibê bi rêberên G7 re bicive.
Biden da zanîn ku ew dê bo bersîveke tund bi hevbendên NATO re di danûstandinê de bin.
Wî got ku ew xanima û wî Jill dê bo ‘’mirovên wêrek û bi rûmet yên Ukrayna’’ dia bikin.