Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Soza Vegera Dîplomasî û Vegera Qada Cîhanê Dide


Serokê Amerîka Joe Biden îro Pêncşemê di seredana Wezareta Derve ya Amerîka de qala sîyaseta derve ya rêvebirîya xwe kir û got ku Amerîka careke din vedigere qada cîhanê.

“Amerîka vegerî. Dîplomasî vegerî. Hun di navenda hemî tiştên ku ez dixwazim bikim de ne. Emê hevbendîyên xwe jinûve ava nikin,” Serok Biden ji karmendên Wezareta Derve re got.

Wî da zanîn ku ewê piştgirîya Amerîka ya ji operasyona leşkerî ya Erebistana Saudî ya dijî Yemenê bisekinînin û prosesa vekişîna hêzên Amerîkî ji Almanya bicemidînin.
Biden got ku piştgirîya ji civaka LBTGQ wel bibe beşeke girîng ya dîplomasîya wan.

Serok got ku Amerîka dê bi lez û bezî vegere qada dîplomasîya cîhanî û rola xwe ya pêşengîya welatên demokrat careke din bi karîgerî bilîze.

XS
SM
MD
LG