Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê li Qesra Sipî di pêşwazîya serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa al-Sudanî dîyar kir ku ew dixwaze pêşî li rageşîya şerker ya li Rojhilata Navîn bigire.
Li Rojhila Navîn hem jiber şerê Îsraîlê li Gaza û hem jî bi sedema êrîşên rasterast Îranê û yên aligirên wê, girjeya heremî di rojên dawî de tund bûye, dema ku metirsîya ser şerekî berfireh heremî jî rûdaye.
Biden anî ziman ku Îranê êrîşeke esmanî ya nedîtî dijî Îsraîlê pêk anî û Amerîka jî di gel hevkaran jibo berevanîya Îsraîlê, bi hewleke leşkerî ya nedîtî de êrîşa Îranê têk birine.
"Amerîka pabendê ewlekarîya Îsraîlê ye. Em pabendê agirbesteke ne, ku wê dîlan vegerîne malê û rê nede ku pevçûneke ku ji ya heyî zêdetir belav bibe," Biden got.
Tê ragihandin ku, Îsraîl berteka xwe ya li hember êrîşa rasterast Îranê ya roja Şemîyê dinirxîne, ku bi zêdetirî 300 mûşek û dronan hat kirin, lê li gor ragihandina Îsraîlê tenê zararek hindin ya sînordar çêbûye.
Tehran got ku êrîş, weke tolhildana êrîşa Îsraîlê 1'ê Nîsanê bû, ya ser avahîya balyozxaneya Îranê li Şamê bû ku tê de jimareke reberên leşkerî yên wê hatin kuştin.
Biden soza piştgirîya "hesinî" ji Îsraîlê re da, lê hevdem bang li TelAvîvê kir ku berîya ku bersîva dijî Îranê bide "bi baldarî û stratejîk bifikire," ku ku dibe ku bibe sedema şerekî berfireh.
"Ez herwiha pabendê ewlekariya karmend û hevkarên me yên li heremê me, di nav de Îraq jî," Biden got.
Sudanî jibo gotûbêjkirina hebûna hêzên Amerîkî li Îraqê, serdana Qesra Sipî dike, yên ku di 2014’an de, di çarçoveya hevpeymanjîiya dijî şerê koma tundrê ya Dewleta Îslamî (DAIŞ)'ê hatibûn bi cîh kirin.
Danûstandinên di navbera Washington û Bexdayê de di Rêbendanê de destpê kirin, piştî alozî jiber êrîşên çekdarî yên li Îraqê girêdayê şerê Îsraîlê zêde bûn û hêzên Amerîkî û komên çekdar yên Şîa yên aligirên Îranê êrîşê hevdu kirin.
Blinken di destpêka hevdîtina xwe ya bi Cîgirê Serokwezîrê Îranê Mihemed Elî Temîm de, kiryarên Îranê yên li heremê wek " yên nedîtî û bêmînak" bi nav kir.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî îro di destpêka hevdîtina xwe ya bi Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Elî Temîm de, kiryarên Îranê yên li heremê wek " yên nedîtî û bêmînak" bi nav kir.
Blinken dîyar kir ku Washington ti alozîyê naxwaze, lê wê beravanîya hevbendê xwe yê serekî Îsraîlê û parastina karmendên xwe li herêmê bidomînin.
"Tiştê di dawîya vê hefteyê nîşan da ku Îsraîl neçar nebû û neçar e ku tenê xwe biparêze dema ku ew bibe armanca destdirêjî û êrîşekê " Blinken got.
Îranê di êrîşa roja Şemîyê de zêdetirî 300 dron û mûşek avêtin.
Piranîya zêdetirî 300 dron û mûşekên Îranê, şeva Şemîyê berîya ku bigihêjin Îsraîlê, bi alîkariya Amerîka, Brîtanya, Fransa û Urdunê ve hatine têk birin.
Bliken îro da zanîn ku wî di 36 saetên dawîn de beşdarî jimareke danûstandinên girîng bûye, da ku bersîvek dîplomatîk peyda bike ku rê li ber mezinbûna krîza li herêmê bigire.
Li gorî wezareta derve, Blinken bi taybet bi hevtayên xwe yên li Misir, Erebistana Saudî, Urdun, Tirkîye, Brîtanya û Almanya re rewşa heremê gotûbêj kiriye.
Mihemed Elî Temîm jî ji Blinken re got hikûmeta wî ser krîza li heremê xembar e.
"Herêm dibe ku were kişandinê nava şerekî berfirehtir ku wê gefê bibe li ewlekarî û aramîya navneteweyî bike."
Jêder: AFP