Serokê Amerîka Joe Biden û hemtayê wî yê Brîtanî Rishi Sunak îro Çarşemê li Endonezya kom bûn.
Civîna Biden û Sunak di navbera rûniştinên Hilcivîna G20 de çêbû.
Her du rêber ji serokwezîrîya Sunak vir ve cara pêşî rûbirû axifîn.
Biden dîyar kir ku Amerîka û Brîtanya hevbendên hev yên nêz in û da zanîn ku dostanîya London û Washingtonê dostanîyeke rind e.
Sunak jî got ku şirîktîya Brîtanya û Amerîka bêhempa ye û berjewendîyên her du welatan mîna hevdu ne.