Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Tîma Xwe ya Sîyaseta Derve û Ewlehîya Neteweyî Eşkere Kir


Serokê hilbijartî Joe Biden îro Sêşemê got ku piştî despêka seroktîya wî ya di meha Rêbendanê de, Amerîka dê amade be ku jinûve di asta cîhanê de pêşengîyê bike.

Wî soz da ku bi hevalbendên Washingtonê yên li derveyî welat re hevkarîyê bike.

Biden di danasîna tîma xweya nû ya sîyaseta derve û ewlehîya netewî de, got ku ew dixwaze Amerîka rojeva yekalî ya “Pêşî Amerîka” ya Trump dûr bixe.

Biden, Antony Blinken wek wezîrê derve, Jake Sullivan wek şêwirmendê ewlehîya netewî, Linda Thomas-Greenfield wek balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûyî, Alejandro Mayorkas wek wezîrê ewlehîya navxweyî û John Kerry jî wek berpirsê mijarên têkildarî îqlimê pêşkeşî bîragiştî kirin.

Çaverê ye ku di bin seroktîya Biden de polîtîkaya derve ya Amerîka ser peywendîyên piralî û dîplomatîkî bimeşe û peywendîyên Washingtonê bi hevalbendên wê re baştir be.

XS
SM
MD
LG