Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ew Bawer Nake ku Talîban Guherîye


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Pêncşemê di hevpeyvîneke bi televîzyona ABC de li ser rewşa Afganistanê û helwesta Talîbanê axifî.

Biden dîyar kir ku divê Talîban biryarê bide ka ew dixwaze ji hêla civaka navneteweyî ve, were nasîn yan na.

"Ez bawer dikim ku ew ji nava krîzeke hebûnî de derbaz dibin: Gelo ew dixwazin ku ji hêla civata navneteweyî ve wekî hukûmetek rewa werin nas kirin? Ez ne bawer im ku ew dixwazin," Biden got.

Wek bersîva pirsa ku "bi nêrîna wî Talîban guherîye" Serok Biden got ku ew bawr nake ku Talîban guherîye.

"Na. Ew rexistin pirtir bi bawerîyên xwe ve girêdayî xuya dike."

Lê, Biden bi berdewamî bal kişand ku Talîban divê jibo peydakirina pêdivîyên Afganîyan jî tekoşîn bike.

"Ew di heman demê de xemê dixwin ku gelo xwarina wan heye ku bixwin, an dahatiyek wan heye ku bikaribin aborî bidome; ew xembar in ku ewê bikaribin yan nikaribin civakê hevgirtî bikin ku bi rastî ev bo wan pir girîng e."

Biden herwiha got ku jibo parastina mafên jinan ewê givaştinên aborî û dîplomatîkî bike.

XS
SM
MD
LG