Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bo Qurbanîyên Korona Ferman Dide ku Alayên Amerîkî Werin Daxistin


Serok Joe Biden jiber hejmara mirinên ji vîrusa korona yên li Amerîka, ku ji 500 hezarî borîye, axaftinek kir.

Biden dîyar kir ku li Amerîka di salekê de pirtir ji 500 hezar kesan canên xwe ji dest dane û bal kişand ku ew hejmar ji mirinên dema Şerê Yekê yê Cîhanê, Şerê Duduyan ya Cîhanê, û Şerê Vîetnamê zêdetir e.

‘’Em nikarin qedereke wisa zalim qebûl bikin. Di têkoşîna demdirêj ya dijî vîrusa korona de em nikarin xemsar bin.’’ Biden got.

Wî dîyar kir ku divê ew guh nedin sîyaseta dezenformasyonê, ji parçekirina welêt dûr bisekinin, û ew dijî vîrusa korona bi hev re şer bikin.

Serokê Amerîka ferman da ku li hemî tesîsên leşkerî û avahîyên federal ala heta nîvî werin daxistin.

Joe Biden, Xanima Yekê Jill Biden, Cîgira Serok Kamala Harris û mêrê wê Doug Emhoff li Qesira Sipî merasîma rêzgirtinê li dar xistin û bang li Amerîkîyan jî kirin ku bo deqîqeyekê bêdeng bimînin.

Li Katedrala Neteweyî ya li Washington ya paytext jî naqos bo qurbanîyên vîrusa korona lêketin.
Amerîka mirina pêşî ya ji vîrusa korona di Sibata 2020’an de ragihandibû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka pirtir ji 28 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 500,310 kes bi wê canên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG