Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden, Venezuela û Bolîvya Ser Têkoşîna Dijî Hişbiran Rexne Dike


Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku Venezeula û Bolîvya par berpirsîyên xwe yên bo têkoşîna dijî hişbiran yên bi peymanên navnetewî çêbûne, bi cîh neanîne.

Qesra Sipî ew nêrîna Biden bi notekê ji Wezîrê Derve Antony Blinken re şand.

‘’Ez balê dikişînim ser Venezuela û Bolîvya ku di 12 mehên berê de, seba berpirsîyên xwe yên bo têkoşîna dijî hişbiran yên bi peymana navneteweyî çêbûne, neketine ti hewildaneke berçav.’’ Biden nivîsî.

Biden da zanîn ku her du welatan jî berpirsîyên ku Qanûna Alîkarîya Derve ya Amerîka çêkirine bi cîh neanîne.

Wî dîyar kir ku ew bernameyên Amerîka yên seba Venezuela û Bolîvya, bo berjewendîyên Washingtonê pir girîng in.

XS
SM
MD
LG