Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden, Trump Ser Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona Rexne Dike


Biden Trump

Joe Biden, ku çaverê ye bo hilbihartina seroktîya Amerîka bibe berbijarê Partîya Demokrat, Serok Donald Trump ser têkoşîna dijî vîrusa korona rexne kir.

Biden bi vîdeoyekê ji Twitterê dîyar kir ku Trump di têkoşîna dijî vîrusa korona de bi ser neketiye.

‘’Trump guh neda hişyarîyên pisporên saxlemîyê û servîsên îstixbaratê û wî bi rêberên Çînê bawer kir, niha em hemî bedela wan tiştan didin’’ Biden got.

Wî da zanîn ku Trump ji têkoşîna dijî vîrusê pirtir bala xwe daye ser peymana bazirganîyê ya bi Çînê re.

Vîrusa korona li Amerîka ketiye canê pirtir ji 680,000 kesan û 32,232 kesan jiber wê jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG